Imamên Ehlê Beytê,Rawîyên Sunneta Hz. Muhemmed (s.) in

Imamên Ehlê Beytê (a.) ne muctehid û ne “mustenbit” in. Belkê ew riwayetgerê sunnetê ne. Naxwe tişta ew dibêjin bi xwe sunnet e. Û ew dema tiştekî bêjin kur ji bav û ji bapîr û ji Pêxember (s.) digêrin û riwayet dikin û di vê barî da Imamê Sadiq (a.) dibêjit: “Riwayeta min, riwayeta bavê min e. Riwayeta babê min, riwayeta bapîrê min e. Riwayeta bapîrê min, riwayeta babê wî e. Riwayeta babê wî, riwayeta Elî Ibnê Ebî Talib e. Riwayeta Elî, riwayeta Pêxember (s.) e. Û riwayeta Pêxember (s.), gotina Xudê Te’ala ye.” [1]

   Quteybe dibêjit: Yekî pirsiyarek ji Imamê Sadiq (a.) kir û ewî bersiva wî da. Vêca mêrik got tu çi dibêjî, eger weha weha bûya, gotina te wê çawa bûya? Imam gotê, bisekine, ew bersiva ez bo we bêjim, ew ji Pêxember (s.) û me gotinek ji xêncî ya Pêxember (s.) nîne. Em ne ji wane yên ber Pêxember (s.) ra gotinek dî hebit. [2]

   Di vê barî da Şêxê Behaî dibêjit:

   Hedîsên me hemû ji xêncî hinek kêm digihên 12 Imammên me û ew jî digihênin Pêxember (s.) ê ji wî riwayet dikin. Çiku ilmê wan i wî hatîye girtin. [3]

   Lewmane Imamên Ehlê Beytê serkanîya hedîs û riwayetê ne û beyangerê hukmên şerîetê û vekegirê yên wê ne. Jîyana pir bereketa wan helqên bi heve girêdayîne ku navber ne ketîyê û di vê navberê da tiştên ne diyar û xerîb tune ye ku girêdana wa digel Pêxember (s.) bibirit û qet bikit. Vêca mekteba Ehlê Beytê ji va pêk têt, ev e tecribeyekî sax mayîye ku islametî ji wê ra têt dîtin û hukmên wê digel wê rêk dikevin û ev in ha hemû nîşanê cîhê bawerî bûn û temîzî û pakîya wa gotina ye ku ji Ehlê Beytê gîhîştîne destê me. Pê zanîna va tişta em dikarin mekteba ilmîya Ehlê Beytê ku peyrewên wa û yên li ser rêka wan ilmê xwe ji wêderê digirin nas bikin. Û em bizanîn û pê bihesin ku mekteba wan di hedîs, tefsîr, bawer û tewhîdê, ilm û zanînên dî yên şerî da bingehekî emîn û cîhê bawerîyê ye û dewamderên mearifên Pêxember yê û temîz û xalis hîştina şerîet û serkanîyê ye.

   Îjar ya baş ew e, em behsa evê zincîra rawîyên ku ji Pêxember (s.) riwayet dikin, bikin ku Imamên Ehlê Beytê ne. Ewa û meqam û rutbeya wa ya ilmî û şer’î bi kurên ummetê bidin nasandin.

   Dema Ehlê Beyt (a.) behsa zincîra rawîyên ku ji Pêxember (s.) riwayet kirin dikin, mexseda wan zîncîra kesên jêrî ne:

1-     Imam Elî Ibnê Ebî Talib (a.), ji dayîkbûn 30 sala paş A’mulfîlê, şehadet 40 K.H.

2-     Imam Hesen Ibnê Elî (a.), ji dayîkbûn sala 3 K.H., şehadet 50 K.H.

3-     Imam Huseyn Ibnê Elî (a.), ji dayîkbûn sala 4 K.H., şehadet 61 K.H.

4-     Imam Elî (Zeynulabidên) Ibnê Huseyn (a.), ji dayîkbûn 38 K.H., şehadet 95 K.H.

5-     Imam Muhemmedê Baqir Ibnê Huseyn (a.), ji dayîkbûn 57 K.H., şehadet 114 K.H.

6-     Imam Ce’ferê Sadiq Ibnê Muhemmed (a.), (ew keseyê ku mezhebê Ehlê Beytê tên                                                                                                                                                          nisbetdan bal wî ve) ji dayîkbûn 83 K.H., şehadet 148 K.H.

7-     Imam Mûsa Kazim Ibnê Ce’fer (a.), ji dayîkbûn 128 K.H., şehadet 173 K.H.

8-     Imam Elîyê Riza Ibnê Mûsa (a.) ji dayîkbûn 148 K.H., şehadet 203 K.H.

9-     Imam Muhemmedê Cewad Ibnê Elî (a.), ji dayîkbûn 195 K.H., şehadet 220 K.H.

10-   Imam Elîyê Hadî Ibnê Muhemmed (a.), ji dayîkbûn 212 K.H., şehadet 254 K.H.

11-   Imam Hesenê Eskerî Ibnê Elî (a.), ji dayîkbûn 232 K.H., şehadet 260 K.H.

12-   Imam Muhemmedê Mehdî Ibnê Hesen (a.), ji dayîkbûn 255 K.H. Ew sax e. Lêbelê    ji ber çava wunda ye.     

   Û pêşda li ser zimanê Qur’anê û sunnetê behsa va sitêrkên geş hat kirin û em bi rutbe                                                                 û dereca wa hesîyan û piştî ku Qur’an û hedîsê ew bi vî awayî dayîn nasandin ev bi xwe mezintirîn û ronahîtirîn delîl û belge ye li ser rastî û itimada li ser wan girtina ji wan.

Li vêderê emê gotinên hinek alim û zanayên berketî di bareyê va sitêrkên geş sa binivîsînin:

   *Imam Zeynulabidîn (a.)

    Şêxê Mufîd di Irşadê da ji Zûherî digêrit ku got: “Min kes di nav mala Pêxember (s.) da mezintir û hêjatir ji Elî Ibnê Huseyn (a.) ne dîtîye. [4] Û ji Se’îdê Museyt gotinekî di bara Imam Seccad (a.) da digêrit ku got: Ev serok û serwerê abida ye. [5]

   Ibnê Hecer di kitêba xwe Sewaiq ul-Muhriqe da weha behsa Imam Elî Ibnê Huseynê Zeynulabidîn dikit: “Zeynulabidîn ew e yê ku ilm û zuhd û ibadetê ji bavê xwe irs birî”. [6]

   Ebî Hazim û Sûfyan Ibnê U’yeyne digotan: “Me qe Haşimî hêjayîtir û zanatir ji (Elî Ibnê Huseyn) ne dîtîye.” [7] Û gelek bi cîh e ku alim û zana ji şexsek giranbiha û muhterem û xweyê dereca imamet û ilm û seydatîyê bi vî zwayî jê xeber bidin û musilman berê xwe bidinê û hedîs, şerîet, tefsîr, eqaid û ilmên dî ji wî bigirin.

   Imam Huseynê Şehîd, sibtê Pêxember (s.), imamet û pêşkêşiya dînî bo kurê xwe Zeynulabidîn (a.) daye diyarkirin. Ev delîlek ronahî ye li ser derece û rutba vî imamî û delîl e bo wê çendê ku divê gotin, riwayet, ilm û zanînên ji wî, bên girtin.

   Ji Imam Ce’ferê Sadiq (a.) riwayet bûye ku: “Dema Huseyn (a.) birêket alîyê I’raqê, hinek kitêb û wesîyetnama xwe emanet danî bal malîna Pêxember (s.) “Ummu Seleme” vêca dema Elî Ibnê Huseyn (a.) (yanî Imam Zeynulabidîn ji Kerbelayê) zivirî Ummu Selemê ew emanet dan wî. [8]

   Kurê wî Muhemmed jî ku ji ber zanîna berfireh leqeba “Baqir” bi xwe girtiye, wek bavê xwe di nav musilmana da meşhûr bi ilm, zanîn, teqwa, zuhd, alim û rawî yên hedîsê li ser vê çendê ku şahid in û sehabîyê giranqedr Cabir Ibnê Ebdullahê Ensarî riwayet dikit ji Pêxember (s.) ku gotê: “ Tu dê bigehî zemanê kurê min Muhemmed Baqir û tu dê wî bibînî û dema te dît silavê min lê bike.” [9]

   Ev sehabiyê giranqedr giha zemanê Imam Baqir (a.) û ew hêca zarok bû, dît û silavên Pêxember (s.) bapîrê wî gihandnê.

   Ev gotina Pêxember (s.) û pesnê ewî daye, bo mezinahîya vî imamî bes e. Ev hinde bo itimada li ser wî û berêxwedana wî û girtina ji wî mezintirîn delîl e.  Jîyana wî û kurî wî Imam Ce’ferê Sadiq (a.) mezintirîn derfet bûye di dîroka Islamê da bo riwayet kirina hedîs û beyana ilmên Islamî û di wê derfetê da alim, rawî, mufessir û feqîhên ilmên Islamî behreyekî pir zêde birine.

   Ibnê E’mmadê Henbelî bi vî awayî ji Imam Baqir xeber didit ku : “ Ebû Ce’fer, Muhemmedê Baqir ji alim û feqîhên Medînê bû. Jê re digotan Baqir. Çiku ilm şeq kiribû û eslê wê zanîbû û ilmekî berfireh hebû.” [10]

   Ibnê Cewzî ji E’ta, yek ji mezinên tabiîya di bara Imam Baqir da gotinekî digêrit û dibêjit: “ Min di qe civata da nedît ku alim û zana, piçûk û kêm bên dîtin wek çawa di civata Ebî Ce’ferê Baqir da...”. [11]

   Imam Ce’ferê Sadiq (a.), alimên mezin di pesna wî, bav û bapîrên wî da gelek gotin hene ku ji mezinahî, meqam û dereca wî ya bilind diaxivin, emê li vêderê hinek ji wa gotina bînin:

   E’llame Seyyid Muhsinê Emîn digêrit ku: “Hafiz Ibnê E’qdizzeydî di kitêba xwe ya ricalê da navê çar hezar kesên siqe (rastbêj) û cîhê bawerîyê dinivîsit ku ji Imamê Sadiq (a.) riwayet kirin... û behsa nivîsokên wa dikit.” [12]

   Ibnê Şehrê Aşûb ji kitêba Hilye ya Ebî Ne’îm neql dikit û di kitêba xwe bi navê Menaqibu Ali Ebî Talib da dinivîsit: Gelek alim û zanayên berketî ji Ce’ferê Sadiq (a.) riwayet neql kirine, wek Malikê Enes, Şu’be Ibnê Heccac, Sufyanê Sewrî, Ibnê Cerîh, Ebdullah Ibnê Omer, Ruh Ibnê Qasim, Sufyan Ibnê U’yeyne, Ismaîl Ibnê Ce’fer, Hatem Ibnê Ismaîl, Ebdulezîz Ibnê Muxtar, Weheb Ibnê Xalid, Ibrahîm Ibnê Tehal û xêncî wan û dibêjit, Muslim jî di sehîha xwe da jê riwayet dikit û hedîsa wî bo xwe delîl. Hinek dî gotine ku: Imam Malik, Imam Şafi’î, Hesen Ibnê Salih, Eyyubê Secistanî, Omer Ibnê Dînar û Imamê Ehmed ji Imam Sadiq (a.) riwayet neql kirine. Enesê Malik dibêjit: Bi çava ne dîtîye û bi goha seh ne kirîye û di dilê kesê da derbaz ne bûye ku yek baştir û seratir ji Ce’ferê Sadiq (a.) ji alîyê ilm, ibadet û teqwayê ve hebit. [13]

   Şêx Muhemmed Ebû Zehra mamosteyê Ezhera Misrê di kitêba xwe ya el-Imam us-Sadiq da dinivîsit: ... bi arîkarîya Xudê me nîyet kir ku em di bareyê Imam Sadiq (a.) da kitêbekî      binivîsin û pêşda jî me di bareyê heft kes ji pêşkarên mezin da kitêb nivîsîne û paş xistina nivîsîna di bareyê Imam Sadiq (a.) da ne, ji ber wê çendêye ku ew ji wa kêmtir e, belkê ew gelek ji wa seratir û hêjatir e û ji berketîyên wa berketîtir e. Em dibînin ku Ebû Henîfe ji wî riwayet dikit û ewî zanatirê xelkê û berfirahîya ilmê wî zêdetirê ji hemû alimên mezin, dizanit.

   Imamê Malik bo dersê û girtina riwayet û hedîsê ji wî hat û çûwa dikir û bo wî li ser Ebû Henîfe û Malik seratiya seydatiyê heye (seyda û ostayê wa bûye) û ev seratî bo wî bes e. Naxwe baş êxistina nivîsîna kitêbê di bareyî wî da ne ji ber kêmtirîya wî ye ji yên dîtir, kes ji xêncî wî ser wî ra nînin. Û ji xêncî vê jî ew neviyê Elî Zeynulabidîn (Imam Seccad) ewê ku di zemanê xwe da ji cihetê seratî, şeref, dîndarî û ilmê xwe ve mezin, pêşhat û serokê ehlê Medînê bû, Ibnê Şehabê Zuherî û gelek dîtit ji tabiîya li bal wî feqatî kirine û li balê xwendine.

   Ew kurê Muhemmedê Baqir e, ewê ku ilm şeq kirî û gihayî esl û koka wê. Naxwe ew, ew e yê ku Xudê Te’ala mezinahî û şerefeta zatî û arizî û neseba hêjayî û qirabena Haşimî û Ehlê Beyta Muhemmedî kirî behra wî û têda kom kirin. [14]

   Omer Ibnê Miqdad dibêjit: “Dema ez berê xwe didim Ce’ferê kurê Muhemmed (Imamê Sadiq) ez pê dihesim ku ew ji zûrîyeta Pêxewmber (s.) e. [15]

   Dîrok nivêsê navdar Yeqûbî, di bareyê wwî da dinivîsit ku: Ew seratî bû ji xelkê û zanatirî wa bû di dînê Xudê da. Alim û zanayên ku gotinek jî seh dikiran vêca ew gotin bo xelkê bigiran digotan alin eva he gotîye (yanî navê wî negotan û tenê dema bigotan alim kifş dibû ku mexsed Imam Sadiq e).

   Ev qevdek ji gotinên alim, rawî û ehlê hedîsê bûn ku me gêran û ev çende meqam û dereca ilmî û îmanîya taybetê Ehlê Beytê nîşan didit.

   Imam Mûsayê Kazim, ew kurê Imam Ce’ferê Sadiq (a.) e. Ew di dawa bavê xwe da hat terbîyet kirin, Ilm, teqwatî û exlaqî bijartî ji wî girt... Vêca ji ber vî ye ku bavê wî ji hêjan, qedr û qîmeta wî diaxivit û dibêjit: “Kurê min Mûsa mezinê Ehlê Beytê ye û ew imam e yê ku ilm û zanîn jê tên girtin.”

   Ji Imamê Sadiq (a.) riwayet bûye ku gote yek ji sehabên xwe: “Evî kurê min yê tu dibînî (Imam Mûsa gorekî tarîx nîşa me didit hingê piçûk bûye) tu ji kêdera Qur’anê pirsiyarê jê bikî wê bi zanîn brsiva te bibit.” [16]

   Alimên rical û sîretê bi vî awayî jê xeber didin ku: Alim, rastbêj, Xwedayî û meşhûrê bi xwe parêzî û teqwayê bûye. Û gelek giranqedr û qîmet, xweyê exlaqê bijartî, hêjayî û baş bûye.

   Ev jî hinek gotinên alima di bareyê Imam Mûsa Kazim da:

   Hafizê Razî di kitêba xwe ya berfireh da dinivîsit ku: “Imam Mûsa Ibnê Ce’fer Ibnê Muhemmed Ibnê Elî Ibnê Huseyn Ibnê Elî Ibnê Ebî Talib ji bavê xwe riwayet dikit û kurê wî Elî Ibnê Mûsa er-Riza jî, ji wî neql dikit û herwiha birayê wî Elî Ibnê Ce’fer riwayet dikit ,ku min ji bavê xwe goh lê bû digota, Ebdurrehman got: “Di bareyê wî da (Imam Mûsa) ji bavê min (ji Imamê Sadiq) pirsiyar kirin. Vêca ewî emr kir: Rastbêj û cîhê bawerîyê ye. Imamek e ji imamên musilmana.” [17]

   Muhemmedê Ehmedê Zehebî dibêjit: “Mûsa ji baştirîn hekîma û ji bendên Xudê yên xwe parêz û xweyê teqwa bû.” [18]

   Kemaluddînê Telheyê Şafi’î dibêjit: “Ew imamek giranqedr û xweyê mezinahî ye. Mezin û muctehid e di ictihadê da. Navdar e bi ibadet kirinê û ha ji taetê xwe heye. Kirametên weî meşhûr in. Şevê mijûlê nimêj û ibadet e û roja xwe jî pê sedeqe dan û rojî girtinê xilas dikit. Ji ber hilm sebra wî ya zêde û bexşîna wa yên di bareyê wî da zêdegavîyê dikin hatîye nav kirin bi “Kazim”. [19]

   Muminê Şeblencî dibêjit: “Mûsayê Kazim abidtirînê ehlê zemanê xwe û alimtirên û zanatirînê wa bû...” [20]

   Imam Elîyê Riza (a.), ew jî wek bav û bapîra, xweyê ilm, teqwa û exlaqê bijartî bû, Paş bavê wî rêberîya dînî û imameta ummetê ket sitûyê wî.

   Alim, muctehid û fîlozofa di civatên wî yên ilmî da qirar li ser ilm û zanîna wî dane û kitêbên rical û sîyerê meqam û dereca wî ya ilmî û teqwatî û xwe parêzîya wî li xwe da girtine.

   Hinek ji gotinên di bareyê wî da emê li vêderê bînin:

   Waqidî dibêjit: “Ew mirovek yê cîhê bawerîyê bû û di bîst û çend salîyê da li mizgefta Pêxember (s.) rûdinişta û fetwa didan, ew ji tebeqa heştêya tabiîya ye ji ehlê Medînê.”

   Hafizê Razî di kitêa xwe el-Cerhu we et-Te’dîlê da, di behsa Imamê Mûsayê Kazim da dibêjit: “Kurê wî Elî jê riwayet dikit” û paşê dibêjit: “Bavê wî (Mûsa Ibnê Ce’fer) ku me behsa ilm, teqwa û wereawî li ser ilm û zanîna wî şahidî daye û gotîye ku ilm û zanîn û riwayet jê bên girtin, li wêderê ku dibêjit: “Ev e birayê hewe Elîyê kurê Mûsa, alimê Alê Muhemmed, vêca pirsiyara dînê xwe jê bikin û tişta ew bêjit bigirin û biparêjin.” [21]

   Imam Muhemmedê Cewad (a.), ew jî wek bav û kalanê xwe yên pak û paqij di ilm, zuhd û teqwayê da serhat bû.

   Sibtê Cewzî dibêjit: “Muhemmedê Cewad Ibnê Elî Ibnê Mûsa Ibnê Ce’fer Ibnê Muhemmed Ibnê Elî Ibnê Huseyn Ibnê Elî Ibnê Ebî Talib, kunya wî Ebû Ebdullah û Ebû Ce’fer e. Di sala 195 koçîya heyvî da ji dayîk bûye û di sala 220 koçîya heyvî da wefat kirîye. Di ilm, teqwa, zuhd û kerema xwe da li bavê xwe ve çûbû û li ser rêka wî bû.” [22]

   Muhemmed Ibnê E’mmar dibêjit ku: “Ez li Medînê bal Elî Ibnê Ce’fer Ibnê Muhemmed, bûm [23] û ew du sal bû. Ez li bal wî bûm û min hedîsên ewî ji birayê xwe –Mûsa Ibnê Ce’fer el-Kazim seh kirin dinivîsan, di wî wextî da Ebû Ce’fer Ibnê Muhemmed Ibnê Elî er-Riza “Imamê Cewad” di mizgefta Pêxember (s.) da ser me da hat, vêca cîh da Elî Ibnê Ce’fer pêxas û bê eba bezî pêşyê û destê wî maç kir û qedr û rêz jê ra girt. Imam Cewad gotê: “Mamo kerem ke rûnê, Xudê ji te razî bit”. Ewî gote Imam Cewad: “Çawa ezê rûnim, hale hale tu li ser pîyayî!” Vêca Imam piştî hingê ku Elî Ibnê Ce’fer zivirî cîhê xwe. Mirovên dora wî lome lê kirin û gotinê: “Tu mamê babê wî yî. Tu bo çi bi vî awayî kir?!” Vêca ewî got: “Kuro bê deng bin”. Û destê xwe avêt riha xwe û got: “Wextê ku Xudê ez bi vî riha sipî ve layiqê imametî ne dîtim û evî ciwan layiq dîtîye û gihandîye wê derecê. Vêca ez fezl û mezinahîya wî inkar bikim?! Ez bi Xudê, xwe ji va gotinên hewe diparêzim û ez xulamê wî me”. [24]

   Muhemmedê Wehîbê Bexdayê Henefî dibêjit: “Muhemmedê Cewad Ibnê Elîyê Riza, kunya wî Ebû Ce’fer e... û ew e warisê ilm û mezinahîya bavê xwe û ji qedr û qîmet û kemala xwe ve ser birayên xwe re ye”. [25]

   Imam Elîyê Hadî Ibnê Muhemmedê Cewad (a.) xweyê qedr û qîmet û ilm û teqwayek zêde ye. Û xweyê wa kerem û qencîyên bav û bapîrên xwe ye û kunya wî Ebulhesenê Eskerî ye. Muminê Şeblencî dibêjit: “Gelek dia dikirin. Û di Sewaiqê da hatîye ku Ebulhesenê Eskerî (Imam Hadî) warisê ilm û sexaweta bavê xwe ye”. [26]

   Ebdullah Ibnê Emmadê Henbelî dibêjit: “Ebulhesen, Elî Ibnê Muhemmed Ibnê Elîyê Riza Ibnê Mûsayê Kazim Ibnê Ce’ferê Sadiq ku Elewî û Huseynî ye bi “Hadî” meşhûr bûye, ew muctehid, feqîh û alim bû û pêşkêş û imamek gohdarê Xudê bû”. [27]

   El-Hafiz Emmadûddîn (Ibnê Kesîr) dibêjit: “Ebulhesenê Elîyê Hadî Ibnê Muhemmedê Cewad Ibnê Elîyê Riza Ibnê Mûsayê Kazim Ibnê Ce’ferê Sadiq Ibnê Muhemmedê Baqir Ibnê Elîyê Zeynulabidîn Ibnê Huseynê Şehîd Ibnê Elî Ibnê Ebî Talib, yek ji danzdeh imama ye û bavê Hesen Ibnê Elîyê Eskerî ye. Û mirovekî gelek ibadetger û zahid bûye. Mutewekkilê Ebbasî ew ji Medînê bir Samerrayê û zêdeyê ji bîst sal û çend heyva temenê xwe li wêderê derbaz kir û di sala 254 koçîya heyvî da li wêderê wefat kir”. [28]

   Ji Yehya Ibnê Herseme – ewê Mutewekkilê Ebbasî hinartî bo anîna Imam Hadî ji Medînê bo Samerrayê – hatîye gêran ku dibêjit: “Dema ez çûm Medîneyê ji tirsa canî Imam qêr û hewarek ket nav xelkê ku dinya hejand û kesî tiştên wusa goh lê ne bîbîn. Û ev çend ji ber wî bû ewî digel wa qencî dikira û ehlê mizgeftê bû. Hirs û kulba dinyayê digel wî tunebû. Paşê min ji xelkê re sond xwar  ku nîyeta zererê tunehin û qe tirs û bela bo wî nayên pêş. Heya xelk sakit û bê deng bûn, ez çûm li mala wî gerham û min ji xêncî Qur’an û kitêbên dia û kitêbên ilmî tiştek dî ne dît. Vêca ew li ber çavê min gelek mezin û xweyê rêz û berketî hat”.[29]

   Imam Hesenê Eskerî kurê Imam Elîyê Hadî (a.):

   Ew jî di ilm, zanîn, teqwa û cîhadî da herwek bavê bapîrên xwe bû. Alim, zana, ehlê tarîx û sîyerê li ser vî çendê bo wî şahidî dane.

   Şemsûddîn Ebû Muzefer (Sibt Ibnê Cewzîye) di bareyê wî da dibêjit: “Ew alimek yê cîhê bawerîyê bû û ji bav û bapîrê xwe hedîs riwayet kirine”. [30]

   Elîyê kurê Sebaxê Malikî dibêjit: “Hêjanîn serwerê me Hesenê Eskerî nîşanîn bo wî çendê ku ew şexsîyetekî giranqedr û kurê yekî giranqedr û qîmet bûye. Kes di imameta wî da ne ketîye şikê û xweyê hemû qencîya bûye. Di zemanê xwe da kifş e bûye û hembertune bûne. Mezinê zemanê xwe û imamê çaxa bû. Gotinên wî bi cîh û kiryarên wî baş bûne”.

   Mehdî (a.) ji Eylê Beytê ye, silavên Xudê li ser hemûya bin.

   Imam Mehdî (a.), Pêxember (s.) di bareyê wî da weha emr dikit: “Şev û roj xilas nabin ne heta Xudê zilamekî ji Ehlê Beyta min ku navê wî, wek navê min e binhêrit û erdê tijî edalet bikit çawa ku tijî zilm bûye”. [31]

   Imam Elî (a.) ji Pêxember (s.) riwayet dikit ku emr kir: “ Eger temenê dinyayê ji xêncî rojekî nemanit wî Xudê (di wê rojê da) zilamekî ji Ehlê Beyta min rêkit ku dinyayê tejî edalet bikit çawa tejî zilm bibû”. [32]                    

   Ebû Dawûd di mesneda xwe da wiha gêraye û herwiha Ebû Dawûd û Tirmizî di mesneda xwe da ji Ebî Se’îdê Xudrî riwayet dikin ku got min ji Pêxemberê Xudê (s.) bîhîst ku digota: “Mehdî ji min e. Enîyek vekirî û difnek vekişihayî heye, wê erdê tejî edalet bikit çawa ku tijî zilm û bê bextî bibû”. [33] Ebû Dawûd ser hedîsê ve zêde dikit ku wê heft sala hukmê bikit. Û gotîeye ev hedîs sehîh û sabit e.

   Hema bi rastî hedîs di vê barê da gelek in û ehlê hedîsê ji hemû mezhebên Islamî vê barî da hedîs û riwayet gêrane. Ew hedîs hemû yek gotinên li ser vê çendê ku navê wî Muhemmed e ş ji Ehlê Beyta Pêxember (s.) e. Lêbelê di nasandina şexsê wî da ixtilaf kirine lê ewa ku li bal tab’i û peyçûyên Ehlê Beytê sabit û şik têda tune ev e ye ku ew Muhemmed Ibnê Hesenê Eskerî ye. Di nîvê meha Şebana sala 255 koçîya heyvî da li Samerrayê ji dayîk bûye. Û bi qedera Xudê heya niha sax e û ji pêş çava wunda ye û xaib e. Derketin û eşkere bûna wî gorekî ku hedîs dibêjin hingê ye ku dinya tejî zilm û bê edaletî û bê bextî bibit da ku ew tejî edalet û qencî bikit û wê Hz. Îsa jî li pey wî nimêj bikit.

   Evahe kurt e nasînek bû digel Imamên Ehlê Beyta Pêxember (s.) û derece, rutbe û meqama wan. Ev in yên ku ilmên şerîet, hedîs, tefsîr, eqîde û zanînên dî ji wa hatin girtin.        


[1] Seyyid Muhsinê Emîn, E’eyan uş-Şî’e, c.3, r.34.

[2] Koleynîyê Razî, el-Usûl min el-Kafî, c.1, r.58, di haşîya kitêbê da hatîye ku mexseda mêrik ew bû ku bêjin Imam ku rey û ictihada xwe wê di barî da bêjit, Imam nehya wî kir û beyan kir ku tiştekî nabêjin ku ne yeqîn bit û negihêt Pêxember (s.).

[3] Şêxê Behaî, el-Wecîze.

[4] Şêxê Mufîd, el-Irşad, beşa fezîletên Imam Elî Ibnê Huseyn (a.).

[5] Şêxê Mufîd, el-Irşad, beşa fezîletên Imam Elî Ibnê Huseyn (a.).

 

[6] Ebû ilm, Ehl ul-Beyt.

[7] Ibnê Cewzî, Tezkîret ul-Xewas, behsa Elî Ibnê Huseyn (a.).

[8] Ibnê Cewzî, Tezkîret ul-Xewas, behsa Elî Ibnê Huseyn (a.).

[9] Şêxê Mufîd, el-Irşad. Ibnê Sebbaxê Malikî, el-Fusûl ul-Muhimme. Yeqûbî, Tarîx ul-Yeqûbî. Şeblencî, Nûr ul-Ebsar. Ibnê Cewzî, Tezkîret ul-Xewas, behsa Elî Ibnê Huseyn (a.).

[10] el-Imam us-Sadiq we el-Mezahib ul-Erbe’e, c.2, neql ji Şezrat uz-Zeheb, c.1, r.149.

[11] Haşim Me’rûfê Hesenî, Sîret ul-Eimmet il-Isna Eşer, c.2, r.198.

[12] Seyyid Muhsinê Emîn, E’yan uş-Şî’e, c.3, r.34.

[13] Ibnê Şehrê Aşûb, Menaqibu Ali Ebî Talib, c.4, r.248.

[14] Muhemmed Ebû Zehra, el-Imam us-Sadiq, r.3.

[15] Koma nivîsera, el-Imam us-Sadiq, Dar ut-Tewhîd.

[16] E’llamê Meclisî, Bihar ul-Enwar, c.48, r.24, neql ji Manaqiba Ibnê Şehrê Aşûb, r.411.

[17] Hafizê Razî, el-Cerh we el-Te’dîl, c.4, baba cîmê.

[18] Muhemmedê Ehmedê Zehebî, Mîzan ul-I’tidal, c.3, r.209.

[19] Kemaluddîn, Muhemmedê Telheyê Şafi’î, Metalib us-Suûl, r.18, û di riwayetekî şûna “eimmmet ul-muslimîn” da “eimmetna” hatîye.

[20] Muminê Şeblencî, Nûr ul-Ebsar, r.218.

[21] Şêxê Mûfîd, Irşad.

[22] Ibnê Cewzî, Tezkîret ul-Xewas, r.202.

[23] Elî Ibnê Ce’ferê Sadiq (a.) mamê bavê Imam Cewad e û ji rawîyên cîhê bawerî û itimadê ye li bal hedîs û riwayeta ji hemû musilman re.

[24] Medînet ul-Me’aciz, r.450.

[25] Cewahir ul-Kelam, r.147.

[26] Nûr ul-Ebsar, r.149.

[27] Şezerat ul-Zeheb, c.2, r.129.

[28] Şezerat ul-Zeheb, c.2, r.129.

[29] Ibnê Cewzî, Tezkîret ul-Xewas, r.202.

[30] Ibnê Cewzî, Tezkîret ul-Xewas, r.203.

[31] Ibnê Sebaxê Malikî, el-Fusûl ul-Muhimme, r.290.

[32] Sunena Ebû Dawûd, c.4, r. 104, h.4282. Û herwiha di babê behsa Imam Mehdî da.

[33] Sunena Ebû Dawûd, c.4, r. 104, h.4282. Û herwiha di babê behsa Imam Mehdî da.